Li Mexmûrê serdana goristanê hate kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî serdana goristana wargehê kirin û cejna bi vî rengî pêşwazî kirin.

SERDANA GORISTANÊ

Şêniyên Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê çûn ser goristanê û ji wir jî derbazî Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Şêniyên Mexmûrê yên ku piştî serdana goristanê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûyîn cejna hev pîroz kirin û banga wekheviya xwişk û biratiya gelan kir.

Piştî ku xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn, li wêderê ser navê xelkê wargehê Mela Elî Sipêrtî axivî.

Elî Spêrtî wiha got: “Em li vir fermanên Qurana Kerîm bi cih tînin. Ji ber ku di Quranê de tê gotin ku piştî pêxember, şehîd tên. Rêber Apo jî dibêje şehîd rêberê me ne.”

‘BILA BIBE WESÎLEYA AZADIYA RÊBER APO’

Piştî Mela Elî Sipêrtî, Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û wiha got: “Wateya cejnê bedewbûn, hatina ba hev û parvekirine. Ez hêvî dikim ku ev cejn ji bo gelê Kurd aştî û aramiyê bîne. Bi taybetî em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, cejnên me wê bi xemgînî derbas bibin.”