8'ê Adarê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate pîrozkirin

Li wargeha Mexmûrê 8’ê Adarê roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi meşek girseyî hate pîrozkirin.

Jinên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro bi wesîleya 8’ê Adarê kom bûn û bi meşeke girseyî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Jinên li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan kombûyîn bi hildana pankart û berzkirina dirûşmeyan li tevahî kolanên wargehê geriyan.

Meş li ber parka Ş. Zehra Penaber ji bo daxuyaniyê rawesta. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen di daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Di destpêkê de vê rojê li Rêbertî, li tevahî şervanên azadiyê û gelê Kurd pîroz dikim. Îro em bi wesîleya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kom bûne. Jin di her qada jiyanê de xwedî roleke girîng in. Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe, heta civak azad nebe welat jî azad nabe. Em îro temaşe dikin li Efrîn, Şengal û Kobanê jinên şoreşger li eniyên herî pêş pêşengiya şoreşê dikin. Li ser vî esasî em weke jinên vê wargehê soz didin heta ku em Rêbertî azad nekin em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Dîsa dubarê ez vê rojê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “8’ê Adarê li Rêber pîroz be” û “Bê Serok jiyan nabe” hate bilindkirin û jinên wargehê bi coş û kelecan govend gerandin.

Di heman demê de jinan anîn ziman ku roja 8’ê Adarê wê bibe roja azadiya Rêbertî û tevahî jinên cîhanê.