Li Mêrdînê roja 8’an: Parlementerên HDP’ê di çalakiyê de ne

Parlementerên HDP’ê di roja 8’an de desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê protesto dikin. Polîsan dora parlementeran girtin û rojnameger ji qadê hatin dûrxistin.

Di 19’ê Tebaxê de şaredariyên bajarê mezin a Mêrdîn, Wan û Amedê hatibûn desteserkirin. Çalakiyên protestoyê yên li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 8’an de didome.

Parlementer û endamên HDP’ê ji avahiya bajêr a HDP’ê çûn Parka Karayollari lê polîsan dora wan girt.

Polîsan wekî rojên berê nehiştin rojnameger dîmenan qeyd bikin û ew ji qadê dûr xistin. Berxwedana parlementeran a di bin dorpêçandina polîsan de didome.

Di roja heftemîn de girse dema ku ji avahiya bajêr derketibûn, polîsan êrîşî wan kiribû.