Li Mêrdînê 3 destgîrkirin, li Rihayê jî kesek girtin

Di operasonên qirkirina siyasî de li Qoserê avêtin ser malan 3 kes destgîrkirin. Li Rihayê jî kesê bi navê Şukru Kahraman hate girtin û şandin girtîgehê.

Di saetên serê sibehê de polîsan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polîsan welatiyên bi navê Îhsan Kilinç, Abdûllah Kilinç û Kemal Oral destgîrkirin. Hat hînbûn ku her sê welatî jî salên borî di DBP û HDP’ê de siyaset kirine. Polîsan piştî ku her sê welatiyan destgîrkirin bir Miduriyeta Polîsan a Qoserê. Li aliyê din hat diyarkirin ku dema serdegirtinê de polisan malan serobino kirine.

RIHA

Di 30’ê mijdarê de polis û jendermenyan li gundê Axirtoş ê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê avêtin ser malan de û welatiyê bi navê Şukru Kahraman destgîrkiribû. Kahraman piştî gotinên wî li miduriyeta polîsan hatin girtin sewqî dozgeriyê hat kirin. Li dozgeriyê jî Kahraman bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hat kirin.

Ji ber ku Kahraman di çarçoveya lêpirsîneke li Stenbolê de hatibû destgîrkirin, bi rêyha SEGBÎS’ê tevlî danişîna xwe ya li 27’emîn Dadgeha Cezaya Girana a Stenbolê bû û hat girtin. Piştî biryara girtinê jendermeyan Kahraman bir Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.