Li Mêrdînê 142 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Heta niha li wê girtîgehê 142 girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 9 girtiyan di 5’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Hate diyarkirin ku di 1’ê Adarê de 14 jê jin jî di nav de ev, hejmara çalakgerên greva birçîbûnê bûye 142. Hate diyarkirin ku zarok, nexweş û girtiyên ku cezayê wan ji salekê kêmtir mane ne tê de, hemû girtî ketine greva birçîbûnê.

Hate diyarkirin ku rojnameger Abdulkadîr Tûray, Ûgûr Akgul, Çetîn Kûrşûn, Hevserokê HDP’ê yê bajêr ê Mêrdînê Alî Sîncar, girtiyên Doza Nisêbînê û Hevşaredarê Dêrikê yê ku li şûna wî qeyûm hatibû peywirdarkirin Abdulkerîm Erdem jî di greva birçîbûnê de ne.

Hate diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê derbarê 132 girtiyan di 2’ê Adarê de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin.

Navê girtiyên ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne: Sîbel Akdenîz, Bayram Demîrhan, Mahsûn Şen, Zana Yilmaz, Bîrdal Abay, Şerîf Demîrtaş, Vedat Dûyûş, Bariş Akkûş, Oktay Gul. Mehmet Feyzî Fîdan jî ji 1'ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne: Azîze Yagiz, Gullî Daşçi, Şîrîn Erturk, Selma Demîrcan, Rojîn Dûrmaz, Elîf Denîz, Nûbahar Ozdemîr, Hevîdar Aydin, Dîlan Aslan, Nûrcan Gunay, Sîmanûr Pamûk, Ronahî Sirdaş, Emîne Erol, Ersîn Çîçek, Mehmet Başatlioglû, Celîl Dagtekîn, Alî Akyuz, Abdûllah Atalay, Fîkret Alam, Hasan Aslan, Selman Acet, Mahmût Înan, Serhat Başar, Selahattîn Turk, Mahsûn Geçgîn, Ahmet Altûnkaynak, Baver Başar, omer Guler, Mahmût Aydin, Bayram Sevgîn, Ramazan Kilinç, Firat Arzû, Cengîz Yûsûfoglû, Îsa Nas, Davût Bozan, Nûrûllah Elîş, Sînan Karabuk, Mehmet Sumbul, Îbrahîm Toktaş, Ugûr Akgul, Aslan Ozdûrak, Akar Îkbal, Abbas Elîş, Şehmûz Dal, Ferhat Dogan, Îbrahîm Halîl Karataş, Ecevît Gokalp, Îrfan Aktay, Emrah Emen, Abdûlkadîr Tûray, Devran Akdogan, Ahmet Ayaz, Bunyamîn Çalhan, Neçîrvan Kaya, Şukru Aybek, Mehmet Alî Îzcî, Hasan Dûrak, Heval Oral, Umût Denîz Ertem, Abdûrrahman Şîmşek, Firat Çîftçî, Hamît Acû, Hamdûllah Oz, Tûfan Îlbaş, Omer Karataş, Onûr Yilmaz, Mazlûm Yaşa, Firat Darî, Devran Akgul, Mehmet Ektîren, Mazlûm Ugûrlû, Sabrî Oktan, Sûphî Daghan, Şeyhmûs Koç, Mehmet Salîh Gultekîn, Mehmet Zîrîg, Rojhat Aydin, Îlhan Dayan, Dogan Ozbahçecî, Mehmet Tokay, Alî Tûna, Ferzende Aksoy, Aladdîn Ecer, Osman Akbaş, Sabrî Komurcu, Şerîf Tekîn, Mûhîddîn Dînler, Recep Yel, Mehmet Farûk Engîn, Mahsûm Çay, Resul Ergun, Mehmet Şukru Aykal, Abdûllah Înal, Mahîr Kapan, Mehmet Çevîren, Sûphî Soylemez, Îlyas Dogan, Çetîn Kûrşûn, Nîzamettîn Yilmaz, Îhsan Seyhan, Muslum Agirman, Serhat Îçen, Ebûbekîr Koç, Tûran Kaygisiz, Sadik Tan, Erkan Benlî, Nûrûllah Akyuz, Cûmhûr Altaş, Dervîş Akyurek, Yalçin Bûlgan, Îlhamî Îşçî, Vedat Oncu, Mûhîttîn Dûrmaz, Îdrîs Caner, Mehmet Emîn otker, Ramazan Dogan, Îbrahîm Ildiz, Lokman Yalçin, Osman Bozkûrt, Enes Taşkin, Ebûzer Azak, Ahmet Urun, Alî Sîncar, Mesût Çetîn, Mesût Demîrcan, Ekrem Yûş, Nûrettîn Altan, Baran Yalçin, Abdûlkerîm Erdem, Ramazan Azak, M. Agît Oçal, Sîraç Yuksel.