Li Mekkeyê zêdetirî 900 heciyan jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku li Erebistana Suûdî di seredana hecê de zêdetirî 900 kesî jiyana xwe ji dest dane. Xizmên kesên ku di seredana hecê de winda bûne, berê xwe dan nexweşxaneyan.

Gelek heciyên ku hefteya borî li Mekkeyê di seredana hecê de jiyana xwe ji dest dabûn Misrî bûn.

Li gorî nûçeyeke AFP’ê hejmara Misriyên ku di seredana hecê de jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 600 e.

Li gorî nûçeyê li Mekkeyê pileya germahiyê bûye 51.8 derece û hate ragihandin ku hemû mirinên van rojên dawiyê ji ber germahiya zêde ne. 

AFP’ê li gorî çavkaniyên gelek welatên cuda ragihand ku heya niha di seredana hecê de 922 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Xizmên kesên ku winda bûne jî berê xwe dan nexweşxaneyan û fikar zêde ne ku bîlanço girantir bibe.

Li gorî rayedarên Suûdî îsal 1.8 milyon kesî ji bo hecê berê xwe daye Mekkeyê ku ji wan 1.6 milyon kes jî ji derveyî welat hatine. 

Her sal bi deh hezaran hecî bêyî  ku vîzeya fermî bistînin hewl didin ku biçin hecê û her wiha ev hecî nikarin li tesîsên ku lê klîma hene bimînin. Îran, Senegal, Endonezya û Tûnûs jî ji wan welatan e ku îsal gelek bûyerên mirinê ragihandine.