Hejmara kesên di xwepêşandanên li Kenyayê de hatin qetilkirin bû 22

Hate ragihandin ku hejmara kesên li Kenyayê di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de hatine qetilkirin gihişt 22’an.

Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyî ya Kenyayê (KNHRC) ku saziya mafên mirovan a fermî ye, ragihand ku li welêt 19 li paytext Naîrobî bi giştî 22 kes mirin e, zêdeyî 300 kes birîndar bûne û zêdeyî 50 kes hatine girtin.

Seroka komîsyonê Roselîne Odede ragihand ku derbarê mirinan de lêpirsîn daye destpêkirin.

Xelk li dijî pêşnûmeya budçeya 2024-2025’an ku zêdekirina bacê tê de heye, di 8 rojên dawî de cara sêyemîn daketin qadan. Di roja sêyemîn a çalakiyê de têkîldarî kesên jiyana xwe ji dest dane, hejmar nehat dayîn.

Metna ku roja Sêşemê ji aliyê parlementoyê ve hat pejirandin, hîna ji aliyê Serokê Dewletê Wîllîam Ruto ve nehatiye ragihandin.

Rojnamevan û aktîvîst Hanîfa Adan ku yek ji navên sereke yên xwepêşandanan e, li ser hesaba X got: “Hemû hêza serwer ya gelê Kenyayê ye. Hûn nikarin me hemûyan bikujin. Em ê sibê ji bo hemû şehîdên xwe spî li xwe bikin û bi awayekî aştiyane careke din bimeşin. Hûnê neyên jibîrkirin.”