Lubnan: Di êrişên Îsraîlê de 435 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de yê li başûrê welêt 435 kes hatin kuştin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di navbera 8'ê Cotmeha 2023 û 26'ê Hezîrana 2024'an de li başûrê Lubnanê 435 kes mirin û 474 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku hejmara mirî û birîndaran hezar û 801 e. Li gorî daxuyaniyê ji sedî 87 ji wan mêr, ji sedî 95 jê Lubnanî û ji sedî 57 jî di navbera 25 û 44 salî de bûn.

Wezaretê têkildarî hejmara miriyan cudahî nexist nava şervanan û sivîlan.

Lê belê li gorî rojnameya L'Orient-Le Jour, heta 26'ê Hezîranê di şer de 350 şervanên Hîzbûllahê hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê bal kişand ser daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî û diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve 95 hezar û 228 kes ji cih û warê xwe bûne.