Hikûmeta Elman wê kesên 'terorê' diparêzin, dersînor bike

Hikûmeta Elman pêşnûmeya “dersînorkirina biyaniyên ku terorê diparêzin, hêsan dike” qebûl kir.

Li gorî qanûna nû ya ku qanûna mafê welatîbûnê guhert, di siberojê de erêkirin yan jî piştgirîdayîna çalakiyeke terorê, wê ji bo bicihanîna şert û mercên dersînorkirinê têrker be. Divê hatiba îfadekirin ku heta niha piştgirî daye gelek çalakiyên ji bo dersînorkirinê, hatine kirin.

Wezareta Karên Hundir daxuyanî da û got: “Ji vir û şûnde li ser medyaya dîjîtal şîroveyeke ku pesnê sûcekî terorê bide yan jî erê bike, wê ji bo sersînorkirinê bibe sedemekê cidî.”

Wezaretê ev tişt jî got: “Mirovên ku zilm li wan hatine kirin, li Elmanyayê xwe parastî dibînin. Ev yek ji bo welatê me serketin û hêzeke mezin e. Lê yên ku terorîzmê silav dikin û bi pîrozkirina cînayetên tirsnak, sîstema lîberal a bingehîn binpê dikin wê mafên xwe yên mayînê ji dest bidin. Îslam ayîdê Elmanyayê ye, ne Îslamperestî.”