Li Londonê di nava hefteyekê de 11 Kurd û Tirkiyeyî mirin
Ji ber şewba vîrûsa Korona li paytexta Brîtanya Londonê di nava hefteya dawî de 11 Kurdistanî û Tirkiyeyî jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber şewba vîrûsa Korona li paytexta Brîtanya Londonê di nava hefteya dawî de 11 Kurdistanî û Tirkiyeyî jiyana xwe ji dest dan.
Li Îngîltrere ya ku her diçe vîrûsa Korona belav û rê li ber mirina bi sedan kesî vedike, herêma ku herî zêde kes lê dimirin jî paytext London e.
Li Londonê di nava hefteya dawî de 11 Kurdistanî û Tirkiyeyî jiyana xwe ji dest dan. Di nava du rojên dawî de Melek Ejder, Mihemet Abdurrahman, Kamil Ahme, Yildiray Faîk ên ji Erzîganê û herî dawî jî ji gundê Sevîmlî yê herêma Alxas a Elbistanê jî Hecî Elî Dogûş jiyan xwe ji dest dan.
Hecî Elî Dogûş ê 49 salî li Nexweşxaneya Homertos nêzî 10 roj bûn ji nexweşiya şewba Koronayê dihate dermankirin. Tevî hemû mudaxeleyan Dogûş nehate rizgarkirin.
Alxas-Com û Meclîsa Gelê Kurd peyameke ya sersaxiyê weşand û got: “Em nirxên xwe winda dikin. Sersaxiyê ji heskirî, malbat û gelê xwe re dixwazin. Ji ber vê şewbê ji malên xwe dernekevin, tetbîrên tenduristiyê esas bigirin.”