Li Licê şer çêbû: 6 leşker û cerdevanek birîndar bûn.
Hat hînbûn ku di operasyona li Licê, Hênê, Karaz û Pîranê de ya artêşa Tirk a ku ji deh hezaran zêdetir leşker, tîmenên taybet û cerdevan tevlê bûne, şer çêbû 6 leşker û cerdevanek birîndar bûn.
Hat hînbûn ku di operasyona li Licê, Hênê, Karaz û Pîranê de ya artêşa Tirk a ku ji deh hezaran zêdetir leşker, tîmenên taybet û cerdevan tevlê bûne, şer çêbû 6 leşker û cerdevanek birîndar bûn.
Di operasyona li bejahiya Licê, Hênê, Karaz û Pîranê de ya ku bi piştgiriya hêzên hewayî didome û 18 tabûrên komando yên jendirmeyan, hezar û 200 tîmên taybet, hezar û 457 cerdevan û bi giştî 10 hezar û 73 leşker, polîs û jendirme tevlêbûne, şer çêbû.
Hat hînbûn ku di şerê li bejahiya Licê de 6 komando û cerdevanek birîndar bûne. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî.