Li Licê leşkerên Tirk gundekî din jî didin valakirin

Leşkerên Tirk li Amedê operasyonên qirkirinê û valakirina gundan didomîne.

Piştî ku gundê Licê yê bi navê Zara ji aliyê leşkeran ve hate valakirin, leşkeran girtin ser gundê Hurê û xwestin ku gundî malên xwe terk bikin. Hat diyarkirin ku leşkeran gundiyên Hurê û Zarayê li ber mizgefta gund kom kirine û xwestine ku gundî ji gund derkevin.

Li Licê, Hezro, Hênê, Pîran, Karaz û Pasûrê li 104 gund û gundikan Walîtiya Amedê derketina derve qedexe kiribû. Li vê herêmê operasyona artêşa Tirk a ku 10 hezar leşker tevlêbûna, di roja 3’emîn de didome. Di şerê nava rojê de 3 leşker hatin kuştin û 5 leşker û cerdevanek jî birîndar bûn. Bi zêdebûna şer re leşkeran girtin ser gundê Zara yê Licê û xwest ku gundî malên xwe terk bikin. Piştî serdegirina gundê Zara leşkeran girtin ser gundê Hurê jî û li vê derê zext li gundiyan kirin ku gundê xwe vala bikin.

Leşkeran gundî li ber mizgefta gund kom kirin û dûre jî xwestin ku gundî malên xwe terk bikin. Piştî ku gundiyan telefonî malbatên xwe kirin, hat diyarkirin ku leşkeran xwestine gundî telefonên xwe bigirin û nehiştine gundî biaxivin.

MALBATÊ QAL KIR

Leşkeran girt ser mala Ayşe Kaplan (68) û Bekîr Kaplan (70) û zext li malbatê kirine ku malên xwe terk bikin. Malbata Kaplan bi awayî qala meseleyê kir.

“Leşkeran gazî kurê me Ehmet kirin û navê wî pirsîn. Dema ku kurê me got navê min Ahmet e jê re gotin ‘here nasnameya xwe bîne’. Di nifûsê de jî ‘Ehmet’ hatiye nivîsandin. Leşkeran pirsîn çima navê te cihê ye û heqaret li wî kirin. Piştre jî kurê me xistin binçavan. Me nehişt kurê me têxin binçavan lê leşkeran gotin, “Zû derkevin, yan na em ê wê jî têxin binçavan”. Ehmet birin. Em jî anîn ber camiya gund.”

Li gund alozî didome û bi girtina telefonan re agahîstendina ji gundiyan dijwartir bûye.