Li Licê gund tên bomberdûmankirin

Herêmên Gundên Sîsê û Dêrxûs ên Licê bi topan tên bombekirin.

Piştî ku Walîtiya Amedê duh li 59 gundên Pîran, Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve îlan kir û şûnde, bi hezaran leşker û gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku operasyona herî mezin a demên dawî tê meşandin û serê sibehê jî tevgera leşkerî dest pê kiriye.

Herêma bejahî ya di navbera gundên Sîsê û Derxûsê yên Licê tê topebarankirin. Gundî nikarin ji malên xwe derkevin û rêyên ku diçin van gundan jî ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.