'Li Licê gule bera gundiyan dan, êşkence li birîndaran kirin'

Keça Celal Yildirim, Mavîş Yildirim a ku li Licê dewleta Tirk gule li bavê wê reşandibû diyar kir ku, her tişt beriya 'qedexeya derketina derve' hate kirin û êşkenceya ku li gundiyan hatiye kirin jî tê înkarkirin.

Li gundê Mişref ê Licê ya bi ser Amedê beriya 'qedexeya derketina derve' ji helîkopteran gulle li gundiyan hatibû reşandin û 2 jê bi giranî 3 sîvîl birîndar bûbûn. Duh heyeta HDP’ê jî çû gund û diyar kirin ku Munîr Serîn dema ji avdaniya zeviya xwe dihat û Bedrî - Bedran Yildirim (24)û Celal Yildirim (60) jî dema li ser traktorê bûne, ji helîkopterê gulle li wan hatiye reşandin. Heyetê diyar kir ku Celal Yildirim ji serê xwe birîndar bûye û rewşa wî ne baş e û kurê wî jî hê jî di binçavan de ye.

'DENGÊ ÇEK Û BOMBEYAN HATE ME, HER TIŞT DI NAVA 5 DEQEYAN DE QEWIMÎ'

Keça Celal Yildirim, Mavîş Yildirim wisa qala bûyerê kir, "Ez û birayên min me li malê şîv dixwar. Piştî xwarinê bavê min Celal û birayê min Bedrî ji bo avdaniya zeviyê bi traktorê çûn gund. Piştî wê bi 5 deqeyan bûyer pêk hat, dengê çek û bombeyan hat."

'LEŞKERAN DOR LI HER DERÊ GIRTIN'

Mavîş Yildirim got, "Piştî deng em reviyan şaneşînê, me dît ku dû rabû û ez ber bi gund ve beziyam. Dema gihiştim gund min dît ku leşkeran dora gund girtine. Gundî ketibûn malên xwe û li meydana gund kes tinebû."

Mavîş diyar kir ku wan gelek caran ji leşkeran re gotine "Birîndar hene" lê leşkeran gotine "Tişt bi kesî nehatiye, ji vir biçin."

'ÊŞKENCE LI BIRÎNDARAN HATIYE KIRIN'

Mavîş diyar kir ku şahidên bûyerê qala bûyerê kirine û wiha got, "Dema bavê min û birayê min dikevin nava gund, ji helîkopterê guleyan li wan direşînin. Bi guleyan re xwe ji traktorê diavêjin. Piştre jî ji helîkopterê guleyan li wan direşînin û birîndar dibin. Piştre jî leşker cilên wan ji wan dike û îşkenceyê li wan dike."

BERÊ ÊŞKENCE KIRIN, PIŞTRE JÎ ÎNKAR KIRIN

Yildirim anî ziman, dema ew hatiye cihê bûyerê diranên protez ê bavê wê û atletê birayê xwe dîtiye û got, "Min wêneyên van tiştan girt. Ji ber ku piştre dibêjin êşkence nehatiye kirin."

Yildirim ragihand, ku piştre jî bi hinceta 'qedexeya derketina derve' ambûlans ji wan re nehatiye şandin û got, "Qedexeya derketina derve tinebû, tiştekî wisa nehat anonskirin. Qedexeya derketina derve di saet 21.00’an de hate kirin lê bûyer di 20.30’an de pêk hatiye. Piştî teqînê qedexe hatiye kirin."

'BIRAYÊ MIN BIRIN KU DERÊ'

Mavîş Yildirim diyar kir ku ketin û derketine gund hate girtin û parlamenteran helîkopter ji wan re şandine û bi helîkopterê bavê wê rakirine nexweşxaneyê, di heman demê de jî ew nizane birayê wê birine ku derê.

HEYETA HDP'Ê: TALÎMATA WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR, HEWLDANA QETLÎAMÊ

Piştî ku gulle li gundiyan hate reşandin parlamenterên Amedê yên HDP’ê Feleknas Ûca, Sîbel Yîgîtalp û Ziya Pîr jî di nav de heyetek çûye gund. Heyetê diyar kiribû ku, li gund hewl dane qetlîamekê bikin û sûcê şer hatiye kirin. Heyetê got ku, "Bi talîmata Suleyman Soylû li gundên Kurdan tetbîqatên leşkerî tên kirin."

Mehek berê jî bi operasyonên li Licê re gundê Dêrxustê hatibû bomberdûmankirin û agir bi qadê ketibû.