Li Licê bi wesayitên sivîl leşkeran dibin

Li aliyekî êrîşên artêşa Tirk li bejahiya Licê didomin, diyar bû ku leşkerên Tirk bi wesayitên sivîl dibin.

Êrîşa bejahî û hewayî ku artêşa Tirk a dagirker 9'ê Çile li ser herêma gundên Cinezûr, Dibek, Hiseynik, Mişirfê yên Licê ya Amedê dayî destpêkirin didome. Tê diyarkirin bêhtir bi yekîneyên veşartî yên li eraziyê tînin, her wiha hate diyarkirin gelek wesayitên sivîl ku leşker tê de ne birine taxên çolterê.

Hate diyarkirin bi wesaitên sivîl ên ku ji navenda Amedê anîne leşkeran dibin herêma operasyonê. Her wiha diyar bû yekîneyên leşkerî piştî ku êrîş temam bûne bi eynî wesayitan birine qijleyên leşkerî yên li navçeya Licê.

Hate gotin vegera wesayitên yekîneyên leşkerên Tirk a ji herêma operasyonê ya ber bi navçeyê ve bi qasî saetê dom kiriye. Dîmenên dema vegerê hin wesayit ji hêla gelê herêmê ve hate qeydkirin.