Li Kopê 5 kes hatin girtin
Ji 9 kesên di operasyonên qirkirina siyasî ya li navçeya Kopê ya Mûşê de 5 kes hatin girtin.
Ji 9 kesên di operasyonên qirkirina siyasî ya li navçeya Kopê ya Mûşê de 5 kes hatin girtin.
Polîsan li navçeya Kopê ya Mûşê di 8'ê kanûnê de avêtin ser gelek malan, 9 kes destgîrkirin û birin Navçeya Gimgimê. 2 kes li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan.
Polîsan 7 kes jî sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî, ji 7 kesan jê 5 kes bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê. 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.