Li Kobanê lehî rabû

Li bajar û gundên Kobanê, ji ber baranê lehî rabû.

Du roj in bi rengekî şid û bê navber baran li herêmê dibare. Lehiya ku ji ber baranê rabû bandoreke giran li herêmê kir. Li hin deverên taxa Botanê ya li rojavayê Kobanê, av bi qasî metreyekê li kortikan bilind bû.

Lehiyê herî zêde bandor li bajarokê Şeranê kir. 60 ji sedî yê bajarok di nava avê de ma. Gelek xanî û kargehên li bajarokê Şeranê di nav avê de man.

Her wiha xisar li pira li ser rêya Cerablûsê bû û rê bi temamî hate girtin.

Li Kobanê, îsal ji ber felaketên lehiyê 5 kes miribûn.

Meha Gulanê ji ber baranê 30 xanî xera bûbûn, 90 ji sedî zerar li taxekê bûbû. Şaredariya Gel di encama lêkolînan de tespît kir ku bi 500 milyon Lîreyê Sûriyeyê xisar li herêmê bûye.