Li Kobanê 4 şervanên azadiyê hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyê Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên QSD`ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyaan xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanên QSD'ê Bozan Şêx Mihemed (Zinar Kobanê), Ferhad Sêwî (Birûsk Kobanê), Feysel Kurdiş (Arkêş Amed) û Ehmed Husên (Mezlum Kobanê) ên ku demên cuda de, di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergritin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê. Li goristanê bi deqeyek rêzgirtin merasîmeke leşkerî hate lidarxisin. Piştre jî Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dildar Rojava, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Arif Balî axivîn û sersaxî ji malbatên cangoriyên azadiyê re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameyên şervanan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel bi dirûşim û tilîliyan cenazeyên her 4 şervanan veşartin.