Li Kirmaşan û Bokanê 3 kesan xwekuşt

Hat ragihandin ku li bajarê Bokanê 2 welatiyên Kurd û li Kirmaşanê jî welatiyeke Kurd ji ber zexta hejarî û tepisandinên rejîma Îranê û paşverûtiyên zayendperestî dest bi xwekuştinê kirine.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kudistanê (KMM) îro welatiyeke Kurd bi navê Xusrew û jinek bi navê Gulê Hîdayetniya ku xelkê bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi daliqandine xwe kuştine.

Her wiha malperê radigihîne ku li bajarê Kirmaşanê jî welatiyeke din ku navê wî nehatiye zanîn xwe ji pirê diavêje xarê û bi vî rengî xwe dikuje.

Ji ber hejarî û nebûna derfetên kar xelkê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî ciwan di bin zexteke giran ê aborî de ne, her wiha zewicandinên bi darê zorê, zayendperestî û nebûna zemînê yasayî ji bo jinan, sedemên sereke yên xwekujiyên li Rojhilatê Kurdistanê tên hesibandin.