Li Kerkûkê teqîn: Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Li Kerkûkê doh bi şev li konteynireke sergo teqînek çêbû. Ji ber teqînê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Li Kerkûkê doh bi şev li konteynireke sergo teqînek çêbû. Ji ber teqînê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Teqîn şeva Sêşemê li taxa Wasît Erb Nîşîn a Kerkûkê di konteynireke sergo de rû da. Tê gotin, teqîn ji ber narincokê pêk hatiye.
Ji ber teqînê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Komarê ya li Kerkûkê. Rayedaran li ser mijarê dest bi lêpirsînê kirin.