BI DÎMEN

Li Kerkûkê pêşangeha pirtûkan hat vekirin

Li Kerkûk bi boneya Roja Pirtûkan a Cîhanî pêşangeha pirtûkan a salane dest pê kir.

PÊŞENGEHA PIRTÛKAN

Li Kerkûkê bi boneya Roja Pirtûkan a Cîhanî bi beşdariya gelek rewşenbîr, helbestkar û nivîskarên Kerkûkê pêşangeha pirtûkan dest pê kir. Pêşangeh dê heta 3 rojan berdewam bike û gelek weşanxane beşdarî pêşangehê dibin.

Nivîskar Bahir Mehmûd têkildarî pêşangehê û girîngiya xwendina pirtûkan ji ANF’yê re axivî û got: “Bê guman pirtûk ji bo her demê gelek pêwîst û girîng in. Bi boneya Roja Pirtûkan a Cîhanî îro me gelek pirtûk pêşan dane. Bandora vê pêşangehê li ser naskirina pirtûkan heye. Berê pirtûk kêm bûn, lê xwîner zêde bûn û li dû pirtûkan digeriyan. Mixabin niha pirtûk zêde ne, lê xwîner li gorî berê kêmtir in.  Ji bo vê qonaxê gelek girîng e ku gel vegere ba pirtûkan, ji ber ku pirtûk tekane amûr e ku civak û ciwanan hişyar dike. Îro gelek ciwanan serdana pêşangehê kir, lê eger em bi wan ciwanan re berawird bikin ku li kafe û qehwexaneyan in, hejmara serdankerên ciwan kêmtir e."

Mehmûd anî ziman ku pirtûk tu carî girîngiya xwe winda nakin û got: “Vekirina pêşangeheke wiha baştirîn kar e û ez hêvî dikim her sal gelek caran bê vekirin da ku gel bikare zêdetir pirtûkan nas bike.”