Li Kerkûkê konferanseke jinan hat lidarxistin

Li bajarê Kerkûkê îro bi dirûşmeya ‘Ji bo nehiştina şîdeta li dijî jinan hev bigirin heya 2030’an’ konferansek taybet ji bo jinan ji aliyê Peymangeha Jinên Pêşeng ve hat lidarxistin.

Îro li bajarê Kerkûkê Peymangeha Jinên Pêşeng bi piştevaniya Komîteya Kar û Barên Jinan a Netewên Yekbûyî, her wiha bi alîkariya Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî yekemîn konferansa taybet ji bo jinan bi dirûşmeya ‘Ji bo nehiştina şîdeta li dijî jinan hev bigrin heya 2030’an’ hat lidarxistin.

Hêjayê gotinê ye ku ev konfernas rastî pêngava 16 rojî ya roja cîhanî ya têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinan tê.

Di konferansê de gelek rêxistinên mafê jinan û mafê mirovan amade bûn, her wiha nûnerên Komîteya Kar û Barên Jinan a Netewên Yekbûyî, Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî û çend berpirsên îdarî û ewlekariya bajêr tevlî konferansê bûn.

Rêvebera Navenda Navçeya Ayiş a parastî ya ji bo jin û keçan a li Kerkûkê Hela Ebd di derbarê konferansê de ji ajansa me re axivî û got: “Peymangeha Jinên Pêşeng û Navenda Navçeya Ayiş a parastî ya ji bo jin û keçan a li Kerkûkê bi minasebeta pêngava 16 rojî ya roja cîhanî ya têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê ev konferans li darxistin. Ew konferans bi dirûşmeya ‘Ji bo nehiştina şîdeta li dijî jinan hev bigrin heya 2030’an’ ji aliyê Netewên Yekbûyî ve piştgiriya wê kirin.”

Hela Ebd her wiha bal kişande ser naveroka konferansê û wiha pê deçû: “Ev yekemîn konferans e ku bi vî rengî li Kerkûkê ji bo nehiştina şîdeta li dijî jinan û çareserkirina pirsgirêkên jinan tê li darxistin, her wiha hewl didin ku ji bo wan jinên ku di aliyê aborî de lawaz in û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bi piştgirîyê re ji wan re derfeta karkirinê ava bikin. Em hêvîdar in ku ev konferans bibe destpêkek ji bo nehiştina şîdeta li dijî jinan û çareserkirina pirsgirêkên jinan a li Kerkûkê.”