Li Kerkûkê ji xeynî PDK’ê hemû alî li hev civiyan

Aliyên siyasî yên Kerkûkê ragihandin ku karkirina meclîsa parêzgeh û waliyê nû yê Kerkûkê wê pirsgirêkên Kerkûkê çareser bike.

Îro berpirsên aliyên siyasî yên Kerkûkê bêyî amadebûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ofîsa Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) a parêzgeha Kerkûkê lihev civiyan. Di civînê de pirsgirêkên bajêr hatin gotûbêjkirin.

Piştî civînê li ser navê aliyên siyasî yên Kerkûkê Endamê Ofîsa Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Şiwan Mihemed bi amadebûna berpirsên aliyên siyasî yên Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê. Mihemed ragihand ku aliyên Kurd li ser 4 xalan li hev kirine û ev xal wiha ne;

*Pêwîst e hizbên Kurdî ji bo kombûna Encûmena Parêzgehê hewl bidin. Li gorî me karkirina encûmena parêzgehê û danîna parêzgehek nû ji bo Kerkûk, wê beşek mezin yê pirsgirêkên Kerkûkê çareser bike.

*Me di vê civînê de destnîşan kiriye ku wê civînên hizbên Kurdan berdewam bin, ev ji bo yekrêziya nav mala Kurdan li parêzgeha Kerkûkê be.

*Ji ber rewşa ewlekariya Kerkûk me bal kişand ser bicihanîna destûr û yasayê. Em daxwaza desthilata sivîl ya ji bo parêzgeha Kerkûkê dikin.

*Em daxwaz ji parlamenterên Kurd yên li Iraqê dikin, da ku hê zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên bi nakok bixebitin. Bi rêya parlamentoyê dikarin zêdetir bi rêya destûrê xizmeta herêmên bi nakok bikin.

Piştre alîkarê berpirsê ofîsa YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd axivî û got; “Em ne li dijî ti aliyekê ne, lê her kesê ku bixwaze ji derveyî welat destwerdana van navçeyan bike, em ê jî li dijî vê çalakiyên giştî bikin. Rêveberiya niha ya bajarê Kerkûkê nikare xizmetê ji bo pêkhateyên bajêr bike.”

Berpirsê peywendiyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) yê bajarê Kerkûkê Îskender Selêm ji ANF’ê re axivî û got; “Li gorî me civînên wiha baş e û divê bidomin. Piştî 16’ê Cotmehê li Kerkûkê  krîz çêbûn. Di aliyê siyasî, civakî, siyasî krîz çêbûn. Li Kerkûkê yekrêziya aliyan gelek girîng e û bi taybetî karkirina meclîsa parêzgeha Kerkûkê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê. Ji ber ku hemû pirsgirêkên bajarê Kerkûkê dizivire meclîsa parêzgeha. Kurdan jî valatiyek hiştiye û divê em weke aliyên siyasî yên Kerkûkê zextan li PDK’ê bikin ji bo yekrêziya Kerkûkê biparêzin heta ku pirsgirêkên Kerkûkê çareser dibin.”