Li Kerkûkê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Welatî û aliyên siyasî yên li Kerkûkê êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker ên şermezarkirin, daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kirin li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

Li Baxçeyê Şehîdan ê li bajarê Kerkûkê di pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê de li dijî êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku welatî û beşek ji aliyên siyasî yên Kerkûkê tevlî bûn, li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Mihemed Osman daxuyanî xwend.

Osman diyar kir ku ew weke ciwanên Kerkûkê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin ku rê nedin êrîşan û got: “Kesên ji ber van êrîşan zerarê lê dibin welatiyên bêsûc in. Her wiha em daxwaz ji neteweyên cuda yên bajarê Kerkûkê dikin ku van êrîşan şermezar bikin û serweriya xaka Iraqê biparêzin.”

Piştî daxuyaniyê li ser navê Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê Şiwan Mihemed, li ser navê Bereya Demokrasiya Gel Aram Kerkûkî, li ser navê RJAK’ê Dilwan Ekrem û li ser Tevgera Azadî jî Komel Sermed axivîn.

Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin, bang li hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî hat kirin li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.