BI DÎMEN

Li Kerkûkê bi boneya Cejna Remezanê serdana gorên şehîdan hate kirin

Tevgera Azadî û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi boneya hatina Cejna Remezanê li Kerkûkê serdana gorên şehîdan kirin.

CEJNA REMEZANÊ

Wek kevneşopiyeke dînî û civakî li Başûrê Kurdistanê di roja erefeyê de xelk serdana goristanan dike. Îro bi pêşengiya Encumena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê û bi beşdariya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û jinên têkoşer serdana gorên şehîdan hate kirin.

Li ser gorên şehîdan daxwaza yekîtiya gelê Kurd hate kirin û her wiha beşdaran soza xwe dubare kirin ku ew ê xebat û têkoşîna şehîdan bidomînin. 

Hevserokê Encumena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê Komel Sermed têkildarî ziyareta gorên şehîdan axivî û ev tişt anîn ziman: “Îro di roja erefeyê de me wek Encumena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê li gel Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê serdana gorên şehîdan kir. Em bi vê boneyê bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê yên serbilind ditewînin.”

Komel Sermed di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya yekîtiya gelê Kurd jî kir û wiha got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê rêya şehîdan bidomînin. Di vê roja pîroz de em daxwazê ji hemû gelê Kurd dikin ku bila li hember hemû êrîş û dagirkeriyên li ser gelê me yekrêz û yekhelwest bin. Her wiha ez daxwazê ji hemû partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û yên Kerkûkê dikim ku bila li dijî dagirkeriyê yekrêz û yekhelwest bin da ku em bikarin rêya şehîdan bidomînin.”