Li Kerkûkê 47 kesên din bi şewba koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand: “Îro li Kerkûkê 47 kesên din bi şewba koronayê ketine.”

Vê êvarê Wezareta Tendirustiya Iraqê bi daxuyaniyekê bîlançoya nû ya derbarê şewba Koronayê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku îro ango 13’ê Hezîranê li bajarê Kerkûkê 47 kesên nû bi vîrusa koronayê ketine, her wiha 30 kes jî baş bûne.

Rêveberê Wezareta Tendirustiyê ya Kerkûkê Doxtor Ziyad Xelef ragihand: “Ji destpêka derketina şewba koronayê heta niha li bajarê Kerkûkê 309 kes bi şewbê ketine, ji wan 309 nexweşan 150 kes baş bûne û 9 kes jî mirine. Niha jî li Kerkûkê hejmara kesên bi şewba koronayê ketine 150 kes in.”