Li Kerkûkê 35 kes bi vîrusa koronayê ketin

Rêveberiya Wezareta Tendirustiyê ya Kerkûkê daxuyanî da û ragihand: “Îro 35 kes bi vîrusa koronayê ketine.”

Vê êvarê Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê bîlançoya nû ya hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine eşkere kir. Di daxuyaniya Wezaretê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên bihorî de li Kerkûkê 35 kesên nû bi vîrusê ketine.

Her wiha endamê rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Kerkûkê Dr. Ziyad Xelef jî ragihand ku heta niha 121 kes ku bi vîrusê ketine.

Xelef di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji giştî 121 kesên ku bi nexweşiyê ketine 70 kes baş bûne. Ji destpêka derketina vîrusê heta niha tenê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ziya Xelef derbarê hejmara kesên ku li bajarê Kerkûkê bi koronayê ketine ragihand: “Hejmara kesên ku heya niha li bajarê Kerkûkê bi vîrusê ketine gihişt 48 kesan.”