Li Kerkûkê 33 şehîdên 12’ê Adarê hatin bibîranîn

Li taxa Şorcey a bajarê Kerkûkê bi merasîmekê 33 şehîdên 12’ê Adara 1991’an hate bibîranîn.

12’ê Adara 1991’an li taxa Şorcey a bajarê Kerkûkê 33 ciwanên Kurd ji aliyê Elî Hesen Mecîd ku bi navê Elî Kîmyayî tê naskirin hatin gulebarankirin û şehîd bûn.

Bi amadebûna xizmên şehîdan, rêveberiya wezareta şehîdan û enfalkiriyan a herêma Kurdistanê li bajarê Kerkûkê merasîma bibîranê hate lidarxistin.

Di merasîmê de Rêveberê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiryan a Kerkûkê Xelîl Cebarî axivî û got; “Ji beriya 28 salan di karasatekî dilşewat de 33 ciwanên Kerkûkê li taxa Şorcey bi fermana Elî Hesen Mecîd hatin gulebaran kirin û şehîd bûn. Li vir 33 ciwanên Kurd ji ber Kurdbûnê hatin şehîd kirin.”

Di dawiya merasîmê de kulîlik û gul li ser bîrdariya 33 şehîdan hate danîn.