Li Kanîreşê ji ber erdhejê mirov birîndar bûn

Ji ber erdheja li Kanîreşa Çewligê li gundên Çêrmeyê hin kes birîndar bûn.

Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandîlliyê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi pileya 5,8 erd hejiya.

Hate diyarkirin erdhej li Erzirom, Meletî, Mûş, Xarpêt, Dêrsim û Amedê jî hate hîskirin.

Hate ragihandin erdhej li gundên Elmali, Dînar Bey û Lîcîka Çêrmeyê bi xurtî hatiye hîskirin.

Ji ber erdhejê li hin mal û kargehan xisareke maddî pêk hat. Hate diyarkirin ku li navenda Çêrmeyê û li gundên wê mirov birîndar bûne.