Li Kampa Bacid Kendal a Zaxoyê bi dehan konên Şengaliyan şewitîn

Li kampa Bacid Kendal a li herêma Zaxoyê careke din agir bi konan ket. Hate ragihandin ku bi dehan kon şewitîne û xisareke mezin a madî gihîştiye Şengaliyan.

Li kampa Bacid Kendal a li herêma Zaxoyê ku di bin rêveberiya PDK'ê de ye, careke din şewatê rû da.

Danê nîvro agir bi konên Şengaliyan ket, ku ji ber fermanê koçber bûne. Şewat di demeke kurt de belav bû.

Tevî ku saetekê jî dewam kir, Saziya Arkujiyê dest li şewatê werneda. Lewma jî agir li qadeke berfireh belav bû.

Di encamê de hate ragihandin, ku herî kêm 70-80 kon, tevî alavên tê de şewitîn.

Li gorî agahiyên destpêkê, bi dehan kes jî birîndar bûne.