Li Iraqê nêzî 10 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn

Rêveberiya Parastina Şaristaniya Iraqê bîlançoya şewitandina zeviyên cotyaran ragihand. Li gorî vê yekê nêzî 10 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîne.

Îro danê sibehê Rêveberê Giştî yê Parastina Şaristaniyan a Iraqê Lîwa Nazim Selman di serdana bajarê Kerkûkê de, bîlançoya şewitandina dexlûdanên cotyaran di civîneke rojnamevaniyê de ragihand.

Lîwa Nazim Selman diyar kir ku îsal li Iraqê 1224 hezar donim zevî ji berhemên cotkaran hatine şewitandin.

Di daxuyaniyê de got, "Beramberî par bûyerên şewitandina zeviyan a berhemên genim, cehên cotyaran bi awayekî ber biçav kêm bûye. Par li hemû Kerkûkê 55 hezar donim ji dexlûdanê cotyaran hatibû şewitandin lê îsal nêzîkî 2 hezar dexlûdanê cotyaran a li Kerkûkê şewitîne.

Her wiha şewitandina wan 2 hezar doniman jî ji 28 bûyerên şewitandina zeviyên cûda pêk hatine. Di heman demê de 28 hezar donim jî ji aliyê yekîneyên parastina şaristaniyê ya li bajêr ve hatine rizgarkirin."