Li Hewlêrê krîza siyasî: PDK û Goran li hev kirin

Ji bo ji nû ve Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê aktîv bibe PDK û Goran li hev kirin. Di vê çarçoveyê de bi îmzeya 68 parlementerên her du partiyan pêşnûmeyasayek pêşkêşî meclîsê hate kirin.

Serokê Koma PDK'ê ya li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw li ser mijarê daxuyanî da û eşkere kir ku di çarçoveya lihevkirina li gel Tevgera Goranê û hevpeymanên din de ji bo aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê û pêdeçûna şêweya hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê bi îmzeya 68 parlamenteran pêşnûmeyasayek pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirine.

Omêd Xoşnaw diyar kir ku li gorî pêşnûmeyasayê, Serorkê Herêma Kurdistanê wê di dema parlamentoyê de li Parlamentoyê were hilbijartin û piştre wê awayê hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê bi lihevkirina hemû aliyan di destûrê de were bicihkirin.

Li gorî agahiyan, parlamenterên Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê pêşnûmeyasa îmze nekirine.

Tê payîn ku di rûniştina bê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê de bikeve rojevê.

Tevî ku li Herêma Kurdistanê 179 roj in hilbijartina Parlamentoyê hatî kirin, lê hîn hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Li gorî yasaya divê Serokê Herêma Kurdistanê kesekê ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar bike.