Li Hewlêrê cenazeyê 2 zarokan hatin dîtin
Li Hewlêrê cenazeyê 2 zarokên ji duh ve winda bûn, li nêzî gundê Mele Omer li nava çem hate dîtin.
Li Hewlêrê cenazeyê 2 zarokên ji duh ve winda bûn, li nêzî gundê Mele Omer li nava çem hate dîtin.
Rêveberiya Polîsên Hewlêrê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh 2 zarokên temenê wan 12 salî yên bi navê Mihemed Nadir û Dilovan Mecîd winda bûne û îro cenazeyên wan li golek a nêzî gundê Mela Omer hatine dîtin ku bi armanca avjeniyê çûne wir.
Rêveberiya Polîsên Hewlêrê ragihand ku li ser mijarê lêkolînê destpê kiriye.