Li Heskîfê teqandina tehtê mezin wê bibe sedema rûxandineke mezin

Li Heskîfê ji ber sedema Bendava Ilisûyê bi dînamît û dozeran rûxandin didome.

Navçeya Heskîfê ya Êlihê ji ber rûxandinê esnaf nikarin kar bikin. Berê li sûka dîrokî ya Heskîfê 200 esnaf hebûn, ji ber polîtîkaya qirkirinê niha 25 esnaf li herêmê mane. Yên mayî jî ji ber nikarin kar bikin, derabeyên xwe digirin. Navenda sûkê di demên borî de baş kar dikirin, lê niha li herêmê bêdengiyek serdest e. Esnafan diyar kir ku ew nikarin kar bikin, rewşeke ne diyar heye û ji bo wê di bin xetereya valakirinê de ne. Esnafên Heskîfê destnîşan kir ku li cihekî nû, ji bo wan soza cih hatiye dayîn, lê ew naxwazin ji cihê xwe derkevin.

Zinarê mezin ê di nav Keleha Heskîfê de ye, Fîrmaya Dagcilik a Ruzgarê di nava zinar de dînamît bi cih kir, herêma derbxaneyê jî bi têlan hat dorpêçkirin û li herêmê talana maşîneyên kar dewam dike. Esnafên Heskîfê aşkera kirin ku li ser zinarê mezin 3 roj e dînamîtan bi cih dikin, tê gotin ku wê berî cejnê zinarê mezin bê rûxandin û bi tevahî sûka navçeyê ji çûyîn û hatinê re bigirin. Esnafan da zanîn ku zinarê ku wê bê xistin, wê ji zinarên berê hatine xistin zêdetir zerarê bide herêmê, dîsa mînareya Mizgefta El Rizzik, 7 bîrdarî û qesrên piçûk jî di bin xetereyeke mezin de ne.

BINÊ TURBEYA ZEYNEL BEG HATE TEXRÎBKIRIN

Her wiha Turbeya Zeynel Beg ya bi zorê ji cihê wê hat barkirin, blokên betonî yên dora wê jî bi maşîneyên kar hat rûxandin. Di dema barkirina turbeyê de nemûşên ku wekî 'moriyên şîn' tên bi navkirin û li ser turbeyê bûn, ji ber hejandinê tev herifîn. Dîsa ji ber hejandina turbeyê betonên di binê wê de jî texrîb bûn.

Qada ku turbe lê ye, nahêlin kes nêzîkê wê bibe.