Li Heskîfê darên şikestî û bermahiyên talanê ma

Bi rojan e Heskîf tê rûxandin, di rûxanina demên dawî de tenê darên şikestî û bermahiyên talanê ma.

24 roj e herêna Derbxaneyê ya navçeya Heskîfê ya Êlihê bi maşînên kar, dînamît û levyeyan tê rûxandin, niha tenê bermahiyên talanê mane. Maşîneyên ku li herêmê rûxandinê pêk tînin, gelek darên li herêmê jî şikandin. Herêma bi têlan hatiye dorpêçkirin, ji ber cejnê rûxandin hatibû rawestandin, hat gotin ku wê Fîrmaya Endusturî Çiya ya Bayê (Ruzgar Dagçilik Endustriyel Firmasi) dîsa dest bi rûxandinê bike. Xebata pireya Heskîfê ya li ser Çemê Dîcleyê jî hatin rawestandin, bi xîzê beşeke zêde ya çem hat tijêkirin û ji ber wê av kêm bûye.

Esnafên ku bi zorê dixwazin wan ji navçeyê derxin jî naxwazin ji navçeyê derên.