Li Hesekê cenazeyê du şervanên YPG’ê hatin veşartin
Li gorsitana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya bajarê Hesekê cenazeyên Çekdar Serêkaniyê û Şiyar Kobanê hatin veşartin
Li gorsitana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya bajarê Hesekê cenazeyên Çekdar Serêkaniyê û Şiyar Kobanê hatin veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr kombûn û cenazeyên şervanên YPG′ê Xelîl Xelef Şêx Ehmed (Çekdar Serêkaniyê) ku li gundê Ezawî di encama kirîza dil de di 22′ê çile de jiyana xwe ji dest daye û Şervan Ebdulhemîd Cewher (Şiyar Kobanê) ku di encama qezayeke trafîkê de 23′yê çile de jiyana xwe ji dest da, wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê rêzgirtinê dest pê kir, pişt re şervanên YPG/YPJ′ê merasîmek leşkerî lidar xistin. Di merasîmê de Fermandarê YPG′ê Lewend Rojava axivî, sersaxî ji malbatên herdû têkoşeran re xwest û soza şopandina riya wan da. Lewend Rojava wiha domand: ″Bi saya xwîna şehîdan me ev serkeftin bidest xistin. Ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê daxwaz û hêviyên gel bi cih tînin.″
Endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mawend Xilo jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got ku şehîd roniya pêşeroja zarokên gelê Rojava, Bakurê Sûriyeyê û tevahî zarokên Sûriyeyê ne.
Cenazeyên herdû têkoşeran di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana Şehîd Dijwar, hatin veşartin