Li Herêma Selmas a Rojhilat xebatên kontrayan

Li gelek gundên girêdayî Selmas a Rojhilatê Kurdistanê hinek kesên cilên gerîla li xwe dikin li ser navê PKK’ê ji gel pere digirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, li gundên Sêveber, Dêrik, Dêrav, Pîrmen, Eylaşe, Dêlezî, Devera Reşîne, Dîlmendek, Sitûnreş û Lûlik ên girêdayî Selmas a Rohilatê Kurdistanê komeke ji 8 kesan ku nayên nasîn bi cilên gerîla digerin.

Hate zanîn ku koma mijara gotinê li ser navê PKK’ê ji gel pere kom dikin.

Hate ragihandin ku heman kom zextan jî li gel dike, gelek çavkaniyên herêmî hişyarî dane gel ku di vê mijarê de baldar bin.