Li Gurgumê 3 HDP’yî hatin girtin

Ji 6 HDP’yiyên ku li Gurgumê hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin girtin. Hat diyarkirin ku Hevserokê berê yê HDP’ê Mehmet Alî Buyukozdogan nexweşê giran ê şekir e.

Hevserokê berê yê HDP’ê Mehmet Alî Buyukozdogan, rêveberê berê Huseyîn Sayilir, Aydin Ogut û Rêveberê navçeya Narliyê HDP’ê Celal Teke, Tahîr Ortaç û endamê HDP’ê Cevdat Denîz ên 3 roj berê li Dîlok û Gurgumê di serdegirtinên polîs û jendermeyan de hatibûn binçavkirin, şandin Edliyeya Gurgumê.

HDP’yiyên ku bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” û “Propagandekirina rêxistinê kirine” li dozgeriyê îfade dan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Celal Teke, Tahîr Ortaç û Aydin Ogut bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Huseyîn Sayilir, Mehmet Alî Buyukozdogan û Cevdet Denîz jî hatin girtin.

3 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Gurgumê, hat diyarkirin ku Mehmet Alî Buyukozdogan ê hatî girtin nexweşê giran ê şekir e.