Li girtîgehên Wanê girtî bi kêfî nayên berdan

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Wanê ku li benda berdanê û berdana bi kontrol in, bi hinceta cezayên dîsîplînê nayên berdan. Rêveberiya girtîgehê berdana girtiyan ji bo cara duyemîn 6 mehan dirêj kir.

Piştî ku di nava meha Cotmehê de li girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyên siyasî ji koxûşê hatin revandin û li cihekî nediyar lêpirsîna wan hate kirin, vê carê jî girtiyên divê bêne berdan û bi şert azad bibin, nayên berdan.

Rêveberiya girtîgehê ku mafê şermezarkirinê yê demokratîk ê girtiyên siyasî asteng dike, dest bi binpêkirineke nû ya mafên mirovan kir.

Desteya Çavdêriyê ya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê berdana girtiyan bi rengekî kêfî asteng dike.

Desteya Çavdêriya Girtîgehê cezayê hucreyê yê beriya niha ji xwe re kir hincet û bi îdîaya "halê wan nebaş e" berdana girtiyên siyasî Îzzet Kina, Faîk Taştan, Şahîn Oncu, Hakan Bîlekçî û Kemal Kahraman betal kir, li pêşiya berdana bi şert bû asteng.

Girtiyên siyasî Faîk Taştan û Îzzet Kina bi hinceta cezayên dîsîplînê berdana wan ji bo cara duyemîn bi 6 mehan hate dirêjkirin.

Malbatên girtiyan li ser mijarê agahî dan û diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê bi rengekî kêfî ketine nava helwesteke bi vî rengî û li dijî vê rêbaza ku cihê xwe di hiqûqê de nîne wan serlêdan kirine.

Her wiha bang li raya giştî kirin ku bala xwe li ser mijarê be.

Malbatên girtiyan xwestin ku dawî li vê kiryara li dijî hiqûqê bê anîn.