Li girtîgehên ku hiqûq lê hatiye rakirin tenê îşkence heye
Bi Biryarnameyên di Hikmên Qanûnan de, mafên girtiyan ku ji xwe kêm in, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve bi temamî hate rakirin.
Bi Biryarnameyên di Hikmên Qanûnan de, mafên girtiyan ku ji xwe kêm in, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve bi temamî hate rakirin.
Polîtîkayên li girtîgehan ku desthilatdariya AKP’ê ew kirine weke kampên komîserhevkirinê, hem ji bo girtiyan û hem ji bo malbatên wan bi temamî bûne îşkence.
AKP bi Rewşa Awarte re girtîgeh ji xwe re kirine qada şerê taybet û îşkenceyê. Binpêkirina mafan ji hedê xwe bihurîne, girtiyên ku li ber van polîtîkayan radibin, tevî hemû zext û zordariya rêveberiya girtîgehê, li edaletê digerin.
KAMERA LI QEWÎŞAN DANÎN
Li gorî girtiyên ku bi rêya malbata xwe û parêzerên xwe serî li Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dane, li girtîgeha Bandirma jî, mafê derketina hewşê jî di nav de hemû mafên sosyal ên girtiyan bi temamî hatine rakirin. Rêveberiya girtîgehê ku dest li ser name û cilan datîne, daxwaznameyên ku girtî bi mebesta bişînin saziyên têkildar asteng dike ku bigihijine cihên xwe. Vekirina qalorîferan qedexe ye, qedexe ye ku nexweşan rakirin revîrê. Li qewîşan kamera hatine danîn û qedexe ye ku girtî por û riha xwe bibirin. Tim dijûn li wan têne kirin, gef li wan têne xwarin û îşkence li wan tê kirin.
LÊGERÎNA TAZÎ LI MALBATAN FERZ DIKIN
Rêveberiya girtîgehê ku girtiyan tenê dihêle û hewl dide têkiliya girtiyan ji dinyayayê bibire, di nav vê çarçoweyê de bi mebesta ku çûna malbatan asteng bike kirinên ku ziyanê didin rûmeya mirovahiyê pêk tîne. Rêveberiya girtîgehê malbatên ku ji bo zarokên xwe bibînin bi kîlometroyan rê tên, bi saetan bi kêfî têne sekinandin, li ser malbatan 'lêgerîna hesas' ferz dikin.
GIRTIYÊN KU BINPÊKIRINA MAFAN PROTESTO KIRIN BIRYAR DAN KU DERNEVIN HEVDÎTINÊ
Li gorî girtiyên jin ê Girtîgeha Tarsûsê ragihandine, ji ber sedema ku pir kes têne girtin û li koxuşan cih nayê çêkirin, di her nivînî de bi kêmanî 4 kes radizin. Av jî di nav de rojê tenê 2 caran avê didin koxuşan û vê jî bi awayekî sînordarkirî didin. Li koxuşan kalorîfer nayên vêxistin, hewl tê dayin ku bi sobeyan koxuşan germ bikin lê li gel hemû serlêdanan jî pir kêm êzingan didin. Bi şev bi ser koxuşan de digirin, dest li ser tiştên taybet ên girtiyan datînin.
Girtiyên jin bi mebesta van kirinên kêfî protesto bikin, biryar dan ku neyên hevdîtinan.
GIRTIYÊ BIRÎNDAR EV 2 MEH IN NAYÊ TEDAWÎKIRIN Û DI ODEYEKE YEK KESÎ DE TÊ HIŞTIN
Bi Rewşa Awarte re mafê ku girtî ji saziyên tendiristiyê sûd werbigirin bi temam hate rakirin. Girtiyê birîndar ê bi navê Abdulkadîr Akdogan ku ev 2 ji 2 mehan zêdetir e li Girtîgeha Tîpa L a Entalyayê birîndar e, nayê tedawîkirin û bi ser halan de li odeyeke yek kesî tê hiştin û ji hemû mafan tê tecrîdkirin.
GEFA 'HÛN NIKARIN JI VIR SAX DERKEVIN'
Li Girtîgeha Wanê ya bi Tîpa T'yê jî ku lêdan, îşkence jê kêm anbe, rêveberiya girtîgehê û qerdiyan gefê li girtiyan dixwin û dibêjin, "hûn nikarin sax ji vir bifilitin."