Li girtîgeha Osmaniyeyê êşkence tê kirin

Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê çû Girtîgeha Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe yên li wir bi raya giştî re parve kir û got: “Êşkence li girtiyan tê kirin.

Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê çû Girtîgeha Osmaniyeyê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Baroya Amedê der barê hevdîtina bi girtiyên li Osmaniyeyê re avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên baroyê tev li civînê bûn. Parêzer Yusuf Çakal di civînê de axivî û rapor aşkere kir. Çakal diyar kir ku ew li ser daxwaza malbatên girtiyan çûne Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtîn kirine, wê çavdêrî û derbirînên girtiyan vebêjin.

Çakal anî ziman ku li girtîgehê xwestine dest deynin ser girtekên hevdîtina bi girtiyan re û got: “Me bi 8 girtiyan re hevdîtn kir. Hevdîtina me bi kamerayê dihat şopandin. Du karmendên girtîgehê jî hevdîtina me dişopandin. Karmendên înfazê yên girtîgehê girtek û nîşeyên me lêkolîn kirin û xwestin dest deynin ser. Me bi girtiyekî re hevdîn kir û me xwest girtekê îmze bike, lê karmendên girtîgehê bi hinceta OHAL û KHK destûr nedan girtî girtekê îmze bike.”

'DENGÊ ÎŞKENCEYÊ JI QAWÎŞÊN DIN JÎ TÊ BIHÎSTIN’

Çakal destnîşan kir ku di laşên girtiyê bi navê Abdulkadîr Barbars de werimandin û reşbûn heye û wiha got: “Ji sê mehan zêdetir e girtî Abdulkadîr Barbars di hucreya yek kesî de bêyî tu hincet bê nîşandan tê ragirtin. Ev girtî merûzî gefên girtiyên edlî yên li kêleka wî ne tê. Di vî warî de her tim serî li îdareyê dide. Herî dawî di 19’ê tîrmehê de rewşê ji Miduriyeta Girtîgehê re gotiye û pişt re komek ji 15-20 kesên karmendên girtîgehê pêk tê êrîş birin e ser. Dest û lingê wî kelepçe kirin e û wî derb kirin e. Li gel dizanin ji dilê xwe aciz e jî zextan li ser dilê wî kirin e. Nehiştine ku nefesê bistîne. Me li gel wî hevdîtin kir û di dest û lingê wî de şopa kelepçe hene û bûne birîn. Di qirika wî de şopên îşkenceyê hene. Di her dever laşê wî de werimandin, reş û şînbûn û şopa derbkirinê hene. Girtiyên din ên li heman girtîgehê dimînin ragihandin ku dengê kêliya îşkenceya li Abdulkadîr Baybars kirin e ji qawîşên wan jî hatiye bihîstin.”

'BIJÎŞK GIRTINA SÛCDAR NÎŞAN DIDIN'

Çakal bal kişand ser helwesta bijîşkan a li dijî girtiyan û wiha got: “Mehmet Faruk Engîn ê girtî, gava diçe revîrê rastî helwesta bijîşkan a ‘hûn sûcdarin, hûn heqe diki’ tê. Girtî rastî heqaretên wiha tên û nayên muayene kirin. Di heman demê de girtiyê binavê Akar Îkbal jî, ji milê xwe rehetsize û nikare milê xwe hereket bike. Gelek nemaye ku milê wî felç bibe. Ev du salin nayê derman kirin.”

‘NEMEYÊN GIRTIYAN NADIN’

Çakal da zanîn ku di girtîhan de ji ber ku girtî hejmara li ser piyan qebûl nadin, rastî cezayên keyfî yên disîplînê tê û wiha bilêv kir: “Hemû girtiyên me bi wan re hevdîtin kirin, rastî ferzkirina hejmara li ser piyan hatine. Ev demek dirêje li girtîgehê aktîvîteyên civakî nayên kirin. Rojname û kovarên girtî dixwazin nadin wan. Tu pirtûkan nadin girtiyan. Bi awayekê keyfî dest datînin ser nameyên girtiyan. Girtî tim rastî cezayên disîplînê yên keyfî tên.”

'DIVÊ LÊPIRSÎNA ÎDARÎ Û EDLÎ BÊ DESTPÊ KIRIN'

Çakal di dawiya axaftina xwe de bang li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM û Wezareta Dadê kir ku erka xwe bînin cih û lêpirsînek îdarî û edlî demildest bidin destpê kirin.