Li gel qedexe ye, ji qeyûm re jî kêf û şahî ye

Bazirganiya li sînor yek ji çavkaniyên debarê yên şêniyên Wan û Colemêrgê ye, lê belê ji laiyê qeyûman ve tê qedexekirin. Qeyûmên ku vê yekê dikin, bi pereyên gelê Wanê ji xwe re şahiyan pêk tînin.

Şêniyên Wanê di nava lepên bêkarî û xizaniyê de ne, lê belê Mehmet Emîn Bîlmez ku ji aliyê AKP'ê ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm hatiye tayînkirin her meh li Wanê bi tevlîbûna rêveberên dewletê şahiyan pêk tîne.

Di navbera Tirkiye û Îranê de bi navê "Civîna Komîteya Ewlekariya Jêrîn a 55'an" civîna ewlekariya sînor pêk tîne û bi vî rengî nahêle ku gelê herêmê bazirganiyê bike. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm hate tayînkirin, bi leşkerên Îranê û rayedarên dewletê re ji bo astengkirina bazirganiya li sînor li hev kom bû. Di civînê de ji bo gelê herêmê nikaribe bazirganiyê bike hin peymanên nû hatin amadekirin. Li hev kirin ku ji bo astengkirina bazirganiya li sînor tedbîrên pêwîst li sînor werbigirin, li sînor dewriyeya hevpar pêk bînin û bi hev re di nava têkiliyê de bin.

JI ÎRANIYAN RE BI HER RENGÎ DERFETÊ PÊŞKÊŞ DIKIN

Îranî li Wan û bajar û navçeyên derdorê bi piştevaniya AKP'ê di mijara aborî de xurt dibin. Waliyê Wanê û qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez ku ji bo gelê Kurd bazirganiya li sînor neke dixebite, bi her rengî derfetan pêşkêşî karsazên Îranî dike. Li Wanê ji tenduristiyê heta hilberînê malzemeyên plastîk Îranî wê di gelek sektoran de bixebitin.

MIRINÊ DIKIN PARA KURDAN

Li Wanê nêzî hezar 120 roj in çalakiyên demokratîk qedexe ne. Bi dehan Kurdên li navçeyên sînor Elbak, Bêgir, Qelqelî û Sarayê bazirganî dikirin ji aliyê dewletên Tirk û Îranê ve hatin qetilkirin. Bi sedan Kurd jî birîndar bûn. Her wiha mal û heywanên bi hezaran gundiyên li herêmê hatin desteserkirin. Îranî ji Îranê yan jî Wanê bi tonan eşya ji sînor bi hêsanî derbas dibin.

BI PEREYÊ GEL 'ŞAHÎ'

Şêniyên Wanê di nava lepên bêkarî û xizaniyê de ne, lê belê Mehmet Emîn Bîlmez ku ji aliyê AKP'ê ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm hatiye tayînkirin her meh li Wanê bi tevlîbûna rêveberên dewletê şahiyan pêk tîne. Qeyûmê Wanê ku piştî hate tayînkirin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î xist bin deynan û nikare maeşên karkeran jî bide, ji kaseya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 'Şahiyan' pêk tîne.