Li gel hilweşandina Heskîfê, TOKÎ'yê dest bi lêkirin avahiyan kir

Bi çêkirina Bendava Ilisûyê re, xisara li hiş û bîra jiyanê ya 12 hezar salî ya Heskîfê tê kirin, dewam dike. TOKÎ'yê jî ji bo lêkirina 710 avahiyan dest bi rijandina beton kir.

Li navçeya Heskîf a Êlihê, hilweşandin bi dînamît û makîneyên kar dewam dike. Li Heskîfa kevnare, Îdareya Avahiyên Komî ya Serokwezaretiyê (TOKÎ) piştî ku 320 avahî lê kir, ji bo çêkirina 710 avahiyên din dest bi rijandina beton kir. Tê plankirin ku lêkirina van avahiyan heta dawiya sala 2017'an biqede. Beriya niha li gelek cihan hatibû dîtin ku avahiyên bi xemsarî ji aliyê TOKÎ ve hatin lêkirin, herifîn.

Çend roj berê, li herêma ku avahiyên nû lê tên çêkirin, cihokên avê yên 500 û 600 salî hatibûn dîtin. Tê gotin ev cihokên avê, ji Qesra Îmam Abdullah a navbera Tirba Zeynel Abîdîn a 650 salî ku ji şûna xwe hate rakirin û 7 berhemên bên rakirin de ye, derbas dibin. Tê destnîşankirin ku ev cihokên avê ji ber karê li vê herêmê bi maşînên kar tên kirin, dibe ku xisarê bibînin. Li gel van cihokan, beriya niha li herêmê tesîsata binesaziyê hatibû dîtin ku tê texmînkirin ku ji 3 hezar sal beriya niha maye.

Tevî van hemûyan, 710 avahiyên nû li herêmê tên çêkirin. Şêniyên Heskîfê dan xuyakirin, ku dewlet wê di destpêkê de wan li ser axa wan bixin xaniyê kirê, piştre jî bixin xaniyên nû û piştî ku nekarîn deynê xwe yê ji ber van xaniyan bidin, wê rêya koçberiyê li pêşiya wan veke.