Li Erzîngan û Hatayê çalakiyên gerîla

Li derdora bajarokê Çaglayan ê Erzînganê, di şerê navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk de, leşkerekî Tirk hate kuştin. Li gundê Derekûyû yê navçeya Arsûz a Hatayê jî li dijî artêşa Tirk çalakî hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî lidar xistin.

Roja 25'ê Tebaxê saet 11:30'î, hêzên me li leşkerên dijmin ên li Tepê Çeta yê Şemzînanê bûn, xistin. Di vê çalakiyê de derb li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

25'ê Tebaxê saet di navbera 10:30 û 11:00 de, li herêma navbera qereqola Deştanê û geliyê Deştanê yên li Çelê, hêzên me li maşîneyeke kar a hêzên dagirker xistin. Di encamê de maşîna kar hate rûxandin, hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi obus û hawanan deşta Zavitê bombe kir.

24'ê Tebaxê saet di 22:00 de, hêzên me yên gerîla ku li derdora bajarokê Çaglayan ê Erzînganê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker rast hat, li dijî vê hêza dijmin şer kir. Ji cihekî nêz derb li hêzên dijmin hate xistin û di encamê de bi qasî hate tespîtkirin leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me yên li dijî yekîneya dijmin şer kir, bi rengekî serketî li qadên xwe vegeriyan.

19'ê Tebaxê, artêşa Tirk a dagirker li cihekî nêzî gundê Derekûyû yê navçeya Arsûz ê Hatayê, dest bi operasyonê kir. Roja 23'ê Tebaxê, hêzên me dor li yekîtineyeke operasyonê girtin û çalakî li dar xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin mir, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê leşkerên dijmin li derdora xwe reşandin û ji ber vê yekê şewat li derdorê derket. Gundiyan xwestin şewatê vemirînin, lê leşkeran pêşî li wan girtin. Operasyon roja 24'ê Tebaxê bi rengekî binketî qediya."