Li Erdîşê zêdeyî 30 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Erdîşê ya Wanê zêdeyî 30 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê zêdeyî 30 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên dîktatoriya Erdogan li dijî gelê Kurd didomin.
Polîsan danê vê sibehê li Erdîşê bi ser gelek deveran ve girtin.
Di serdegirtinê de zêdeyî 30 kes hatin destgîrkirin. Diyar bû dayika rojnamevan Îdrîs Yilmaz Nadîre Yilmaz a 63 salî jî hatiye destgîrkirin.