Li Elbakê 3 leşker hatin kuştin

Hêzên gerîla li navçeya Elbak a Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Kela Esmerê diçû qereqola Xelkavayê çalakiyeke sabotajê kirin. Derb li wesayitê hate xistin û herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 3'ê Hezîranê saet di 18:40'î de li navçeya Elbak a Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Kela Esmerê diçû qereqola Xelkavayê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de derb li wesayita dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin.

1'ê Hezîranê saet di 15:00 de li herêma Heftanî ya Herêmên Parastinê yên Medyayê droneyeke dagirkeran a li ser Girê Partîzan difiriya ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di vê çarçoveyê de;

2'ê Hezîranê saet di navbera 21:00 û 22:00 de balafirên şer bombe li qada Gundê Filleha yê herêma Zapê bombe kirin.

3'ê Hezîranê jî balafirên şer qadên Kanîsarkê û Kurojahro yên herêma Zapê, Tepê Şehîd Hamza yê herêma Heftanînê û qada Şehîd Dîren a herêma Avaşînê bombe kirin."