Li Efrînê cenazeyê Endamê Asayîşê Qasim hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Cemîl Qasim li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Cemîl Qasim li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Bi sedan Welatiyên Kantona Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navenda bajêr kom bûn, cenazeyê Endamê Hêzên Asayşê Cemîl Qasim wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ve, ketin rê.
Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina ve endamên Hêzên Asayîşê merasîmekî leşkerî li dar xistin.Piştre serokê Desteya Karê Hundir ya Kantona Efrînê Hesen Beyrem axivî û diyar kir ku endamê Hêzên Asayîşê Cemîl Qasim di encama topbarana artêşa dewleta dagirker a Tirk de ya li ser benda kontrolê ya gundê Xezawiya şehîd bûye.
Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêrawa Mehmûd Cefo jî anî ziman ku gelên herêmê li dijî êrîşên DAIŞ′ê û dewleta Tirk li ber xwe didin û wiha got: ″Bi saya fedekariya YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê jiyana me bi ewle bûye.”
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Cemîl Qasim bi dirûşma “Şehîd namire” ve hate veşartin.