Li Efrînê bi pêşengiya jinan hilandina gwîzan dest pê kir

Li gundê Miskê yê navçeya Recoyê jinan dest bi hilandina gwîzan kirin.

Efrîn xwedî xakeke bi ber û dewlemend e. Li herêmê darên zeytûnan, fêkî, şînî, gwîz, hinar, sêv û hejîr digihin. Li gundê Miskê li navçeya Recoyê dema rakirina gwîzan hat, ku li ber tava dijwar a havînî diqemirin û ev rakirina gwîzan li ser jinê dimîne. Jinên gundiyên Miskê behsa xebata xwe kirin. Jinên ku bi komunî dixebitin dibêjin gwîz ji bo nexweşiya dil, kolesterolê, tansiyon û zêhnê baş e.

Nazliye Ehmed, dibêje Tebax meha rakirina gwîzan e û  li ser karê xwe wiha dibêje, ‘’erda me 2 hezar metro ne, 50 darên me yên gwîzan hene. Pêşî em daran dihejînin û piştre gwîzên ku dikevin didine hev. Piştre em gwîzan li gorî mezinahiya wan dibine bazarê û difiroşin.’’

Qedriye Henen jî dibêje îsal gwîzan pir ber dane û kîloya wan li Sûriyê bi 300 lîreyî difiroşin.