Li dijî şewata li Çiyayê Cûdî çalakiya rûniştinê

Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş li dijî şewata li Çiyayê Cûdî dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat 3 meh in bênavber didome bi tu awayî nayê vemirandin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê ji bo venemirandina şewatê şermezar bike û balê bikşîne ser şewata li herêmê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Ozguneş di çalakiya rûniştinê de dowîzên "Destên xwe ji daristanên me bikişînin” û “Cûdî dişewite rayeder bêdeng in" hilda.  

'JIYAN BÊDARISTAN NABE'

Beriya çalakiyê Ozguneş daxuyaniyek da çapameniyê. Ozguneş anî ziman ku jiyaneke beyî daristanan nepêkane û wiha axivî: "Şewata li Cûdî 3 meh in didome. Em baş dizanin ku ev şewata çawa dest pê kirin. Di encama gulebaranên leşkeran de li vê deverê şewat derdikeve û dibe şewitandina dar û xwezaya me. Gundiyên li quntarên Çiyayê Cûdî hewl didin ku vemirînin, lê yên ku mudexileyî şewatê nakin pêşî li gundiyan digirin. Roja din gerînendeyê daristanê gelek wesayît şand ku agir vemirîne. Lê belê dîsa ji ber sedemên ewlehiyê, leşkeran ew şûn ve şandin. Me gelek caran li ser mijarê hesasiyetên xwe diyar kirin. Me bang li walî, rayedar, wezaret û hikûmetê kir. Lê mixabin heya niha bersiva erênî nedane me. Ev tê vê wateyê ku 'bila hemû daristan bişewitin, ne xema me ye'. Kengê ku li rojavayê Tirkiyeyê şewatek daristanê çêdibe, em gişt bang dikin û bi hestiyar tevdigerin. Em dibêjin ku dilê me dişewite. Ji ber ku daristan ekolojî ye, qada jiyanê ye. Jiyan bê daristan nabe."

LI DIJÎ BÊDENGIYÊ DEST BI ÇALAKIYÊ KIR

Ozguneş da zanîn ku kesên ku ji bo talana xwezayê ya li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengê xwe derdixin, ji bo şewata li çiyayên Kurdistanê bêdeng dimînin û dengê xwe dernaxin û got: "Ez jî li dijî vê xemsariyê û bêdengiyê dest bi çalakiya rûniştinê dikim."

Piştî daxuyaniyê Ozguneş dest bi çalakiya rûniştinê kir.