Li dijî hilweşandina Sûrê banga xwedîderketinê

Platforma 'Ji Hiweşandina Sûrê re Na' bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezirîna xwe ragihand. Di civînê de ji her kesî xwest ku li Sûrê xwedî derbikeve.

Platforma 'Ji Hiweşandina Sûrê re Na' ku bi mebesta pişta gelê Sûrê bigre hate ava bû, damezirandina xwe ragihand. Civîna çapemeniyê li avahiya rêxistina DBP'ê ya bajarê Amedê pêk hat, pêkhateyên platformê jî amade bûn.

Hevserokê DBP’ê Zekî Baran diyar kir, ji despêkê ve desteka ji bo platformê zêde bû û got, "Eger em hemû bi hev re li dijî hilweşînê rawestin em dikarin pêşî lê bigirin. Ji ber ku Sûr û gel bi rewşeke rûreş re rû bi rû ye."

BANGA LI UNESCO'YÊ

Baran anî ziman, bi hilweşandina Sûrê ne tenê rabirdu lê dixwazin dahatuya Kurdan jî tine bikin û got, ji tiştên ku li vî bajarî dibin her kes berpirs e, çi ji destê kê tê divê bike û ji hilweşandinê re bibêje, ‘na’. Baran wiha dom kir: "Ev platform ne ji hêla partiyên siyasî ve hatiye vekirin. Divê her kes di nav de cih bigire. Em bang li her kesî dikin. Werin di nava platformê de cih bigirin û ji hilweşîna Sûrê re bibêjin, ‘NA’. UNESCO demildest divê peywira xwe bi cih bîne û li dijî vê rewşê raweste.

'DIVÊ HER KES DI NAV PLATFORMÊ DE CIHÊ XWE BIGIRE, LI DIJ HILWEŞANDINÊ BE'

Hevseroka Şûbeya Odeya Plangeriya Bajêr Buşra Cîzreogûllari ku damezirandina platformê ragihand, got, ji hemû aliyên Tirkiyê peyamên destekê ji bo wan hatine, bi destekan ew ê hemû bi hev re li dijî hilweşandina Sûrê rawestin. Cîzrelîogûllari diyar kir, ew ê civîna pêşî ya platformê li çapemeniyê bigirin û di civînê de biryarên girîng bistînin.

Hevseroka HDP'ê ya Bajêr a Amedê Gulsen Ozer jî bang li hemû pêkhateyên li Tirkiyê kir ku di nav platformê de cihê xwe bigirin û got, sekna li dijî heilweşandinê rewşeke mirovî ye, çi ji destê wan were ew ê bikin.